Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush: Amerîka dê bersîngê terorê û krîzên li dinyayê bigre


Serok Bush dibêje Welatên Yekgirtî peyman daye ku ew dê ji bo demeke dûr û dirêj şerrê tîranîyê bikin li hawîrdorê dinyayê.

Serok, li paytextê di gotara xwe ya salane ya bi navê State of the Union de dibêje ev welat dê berdewamî şerê dijî terorîstan bike li Îraq, Efganistan û li dinyayê li cîyên din ku lê pirsgirêk hebin.

Di axaftina xwe de li ber Kongresa tije û karbidestên bilind û herwisa bi milyonan Amerîkî yên li malên xwe lê guhdarî dikirin serok Bush got, keda Welatên Yekgirtî li hawîrdorê dinyayê "di warê hukimeta bi xwe birêvebirinê de bizaveke nû" daye destpêkirin. Wî hilbijartinên li Efganistan û Îraqê û herwisa ji Libnan heta Misrê pêngavên bo azadîyê yên li Rojhilata Navîn weke mînaka wê bizavê nîşan da.

Di destpêka vê salê de rêzdar Bush gotibû ku zêdeyî nîvî ji xelkên dinyayê di sîstemên demokratîk de dijîn. Wî got Welatên Yekgirtî, wî "nîvê din" jibîr nekiriye, dibêje "ew jiber ku aştî û dada vê dinyayê ji cîyên wek Sûrî, Burma,Zîmbabwe, Koreya Bakûr û Îran re jî azadîyê dixwaze."

Serok ji bo "îslama radîkal"got " wê bawerîyeke esîl bi şêweyeke berevajî zivirandîye ser îdeolojîyeke teror û mirinê." Got terorîstên wek Usame Bin Laden li dijî demokrasîyê ne û li dû kontrola bi sîstemeke tîranî û zalim in."

Di axaftina State of the Union de serok salane gel di derbarê sala buhurî de agahdar dike û herwisa behsa sala bê jî dike. Îsal ev axaftin bi giştkî li ser meselên navxweyî bû. Endamên Partîya Komarî ya rêzdar Bush şa bûn dema ku wî behsa planên ji bo bi hêz kirina aborîyê kir; çepkên ji Demokratên dijber gelek sivik bûn ku hema bêjin nebûn.

XS
SM
MD
LG