Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirian Seddam heta roja pêncşemê hate paşvexistin


Dawîtirîn kombûna dadgeha rêberê berê yê Îraqê Seddam Huseyn ku ne li dadgehê bû heta roja pêncşemê hate paşêxistin.

Îro çarşem her wisa çar xospêrên din jî ne li dadgehê bûn ji ber ku nexwestin werin.

Di dadgehkirinê de dadwer li çend şahidan guhdarî kir ku yek ji wan digot ew di dema êrîşeke hêzên tenahîyê yên Seddam de hatibûye girtin. Ew xatûn dibêje ku wan gelek kes ji malabata wê jî girtine û kuştine.

Seddam û xospêrên din tên dadgeh kirin li ser kuştina zêdeyî 140 Şî’eyên li gundê Duceyl di sala 1980 de, piştî bizava kuştina Seddam.

Berevankarên xospêran gotin heta dadwerê nû dest bi kar neke ew dê tevlî dadgehkirinê nebin ji ber ku bi gotina wan dadwerê niha Rauf Abdil Rahman ku Kurd e alîgirîyê dike dijî xospêrên wan.

Kombûna dadgehê ya roja yekşemê tevlî hev bi dawî hat ji ber ku Seddam, hin xospêrên din û berevankar bi hêrs bi dadwere re axivîn û ji dadgehê derketin.

XS
SM
MD
LG