Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandanên li ser karîkaturan didomin li welatên Misilman


Misilmanên aciz û turebûyî xwenîşandanan zêde dikin li dijî karîkaturên hatibûn çap kirin di rojnameyên Ewropî de. Di wan rojnameyan da karîkatura pêxember Muhammed hatibû çêkirin.

Îro În, li Îslamabadê qanûndanerên Pakistanî tev bihevre biryarnameyekê deranîn ku tê de ew karîkatur tênê şermezarkirin û dibêjin "ew hest û bawerîyên Misilmanên li her alîyê cîhanê piçûk dikin."

Li Endonezyayê bi kêmî ve 70 endamên Bera Xosperên Îslamî bi zorê ketin nav avahîyeke balyozxana Danîmarka û hêka avêtin sembol û nîşana balyozxanê. Ew kom, di demeke kin de bê teşqele ji avahîyê derketin.

Tevî Filistîn, Îran û Malezya li gelek deverên din jî îro xwenîşandan çêbûn.


Serok wezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen gazî nunerên bîyanî kir ku werin Kopenhagê da li ser van xwenîşandanan kombûnekê bikin. Ew karîkaturên pêxember Muhemmed cara yekem li meha neh îlona sala buhurî, di rojnameke Danîmarkî ya bi navê Jyllands-Posten de derketibûn.

Xwenîşandan roja çarşemê destpêkirin piştî ku çend rojnameyên Ewropî ( ji Îspanya, Fransa û Almanya) ew karîkatûr dîsa belav kirin bi armanca ku piştgirîya xwe nîşan bidin ji bo azadîya rojnamevanîyê.


XS
SM
MD
LG