Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rumsfeld daxaza rêgeçareka dîplomasî diket bu ragirtina pirograma navokî ya Iranê


Wezîrê berevanî yê Amerîkî Donald Rumsfeld daxaza rêgeçareka dîplomasî diket bu ragirtina pirograma navokî ya Iranê.

Li konfiransa parastina nêvneteweyî evro şembî li bajêrê Munich li Elmanya, Rumsfeld got hikometa Iranê piştevanîya tîrorismê diket û got welatêt cîhanê tivye pêkve kar biken da weneken Iran çekêt navokî bi destive bînit.

Herwesa şîretvana Elmanî, Angela Merkel, her li wê konfiransê got Iranê zûr zêdegavî kiryne li bernama navokî ya xwe û tivye rêk lê bête girtin jibu pêşve birna çekêt navokî.

Wê hersewa daxaza rêgeçareka dîplomasî kir li şîna kiryarekê leşkirî jibu bersiv vedana gefeya navokîya Iranê.

XS
SM
MD
LG