Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên fermî yên hilbijartina li Îraqê hatin eşkere kirin


Karbidestên Îraqî encamên resmî yên hilbijartina 15ê meha yek eşkere kirin ku li dû wê encamê piranîya kursîyên parlamanê ketine destê partîyên oldar yên Şî'e.

Ew encamên berê yên ku hatibûn dîyar kirin îro În hatin piştrastkirin ku digotin Hevpeymanîya Îraqî ya Yekgirtî ku ji hêzên hevgirtî yên Şî'e pêk hatîye 128 kar kirin. Di parlamana bi 275 kursî Hevpeymanîya Kurdan 53 kursî û Anîya Lihevtina Îraqî 44 kursî kar kirin.

Li gorî Qanûna bingehîn ango destûrnameya Îraqê divê parlamana nû di nav 15 rojên bê de bicve. Karbidestên Amerîkî dibêjin ew wisa çaverê dikin ku berî damezirandina hikumeta nû ya Îraqê dê xirabkarî û tundutujî zêde bibin.

Roja Înê bi kêmîve heyşt kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn bi teqîna bombeyekê li Bexdayê. Bombe di dema limêja Înê de li nêzîkî mizgefteke Sinne teqîya.



XS
SM
MD
LG