Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomat dibêjin Îran Uranyumê zax dike


Dîplomatên Ajansa Atomî ya Neteweyên Yekgirtî dibêjin Îranê dest bi zaxkirina nizm ya uranyumê kirîye ku bi vî awayî sutemenî yên ku karin di çêkirina çekên navokîde bi kar bînin çêdikin.

Karbidestên Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî dibêjin Îranê gaza uranyumê xistîye nav hin makîneyan.


Îran gefe dikir ku ew dê dest bi zaxkirina bilind ya uranyumê bike piştî ku (I.A.E.A) Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî ji bo tole deynin ser Îranê ji ber bernameya wê ya navokî vî welatî şandibû ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî.

Îranê danûstendinên digel Rusya de yên vê heftîyê paşvexist ku ev danûstendin li ser pêşnîyara Rusyayê bû ku Îran uranyumê li ser erdê wan zax bike û li sazgehên xwe bi karbîne.

Rusya zorê dida vê planê da ku xemên cîhanê kêm bibin li ser zaxkirina uranyumê bo çêkirina çekên navokî ji alî Îranê ve. Îran dibêje zaxkirina wan ya uranyumê tenê bi kêrî çêkirina elektrîkê tê.

XS
SM
MD
LG