Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq reftara xirab ya li Ebû Xirêb şermezar kir


Hikumeta Îraqê nerazîbûna xwe dîyar kir li ser wan wêneyên nû yên girtîyên li girtîxana Ebû Xirêb ku reftarên xirab ji alî serbazên Amerîkî ve li wan hatibûn kirin berî vê bi nêzî du salan.


Serok wezîr Îbrahîm El Caferî destdrêjîya berê ku vê heftîyê cara yekem di televîzyona Awusturalyayî de hatibû belav kirin şermezar kir û wezîrê mafên mirovan yê Îraqê Zuheîr El Çelebî ji ajansa peyamên Reuters re got ew bawer dike ku lazime hêzên Amerîkî girtîyên di destê wan de ne, bide hikumeta Îraqê.

Îraqî ji ber wan wêneyên girtîyan turebûne. Di van wêneyan de girtî derbejêr bi cîya ve hatine girêdan û li ser laşê wan lekên sor xuya dikin. Dema ku di sala 2004an de hin ji wan wêneyan cara yekem hatibûn belav kirin li gelek cîyan xwenîşandanên nerazîbûne hatibûn kirin li hember wan.

Wezareta Parastina Welatên Yekgirtî dibêje belavkirina wan wêneyên dawî dê bibe egera tundutujîyên nû û herwisa wezatet dibêje wan di lêkolîna li ser wan reftar û destdirêjahîya li Ebû Xirêb de 25 kesên xweyî wezîfe ceza kirine.


XS
SM
MD
LG