Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow dixwaze Hamas tevlî pêvajoya aşîtîyê bike li Rojhilata navîn


Wezîrê derveyê Rusya dibêje ew hîvî dikin ku wê komela milîtan ya Hamasê rojekê di pêvajoya aşîtîyê de li Rojhilata navîn cîyê xwe bigre.

Sergei Lavrov îro în axivî û got danûstendinên bi Hamas re meha bê wê li ser vê armancê be. Wî herwisa got lazime Hamas dev ji tunutujîyê berde û Îsraîl nas bike.

Wezîrê parastinê yê Rusya Sergei Ivanov berê gotibû wê Moskow alîkarîya zexîreyên leşkerî bide karbidestên Filistînî bi şerta ku Îsraîl pê razî be.

Ev daxuyanîya Rusya hate kirin piştî ku serokwezîrê demî yê Îsraîlê Ehud Olmert xwest ku toleyên giran deyne ser Filistîn piştî ku parlamentoya bi rêberîya Hamas roja şembîyê sond xwar.

Îsraîl dixwaze tolên wisa deyne ser Filistîn; nehêlana karkirina Filistînîyan li Îsraîlê û nehêlana derbazbûna wan ji Xezze û Kenara Rojava. Wisa çaverê tê kirin ku hikumeta Îsraîlî vê yekşemê dê biryar bide ku ka ew dê van tolan deynin an na.

XS
SM
MD
LG