Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Polîsê Iraqî li Kerkukê hate kuştin


Desthelatdarêt Iraqî dibêjin karbidestekê bilindê polîsî li peqîna bombeka birex şeqamê li Kerkukê hate kuştin.

Polîsê Iraqî ragehand ku ceneral Hatim Xelef, serokê operasyona li bajêrê Kerkukê, digel nubetdarekê xwe li başora rojavaya Kerkukê hatine kuştin demê otombîla wan kefte ber bombeka birex şeqamê.

Her li bakora Iraqê, karbidestêt Kurd dibêjin tîmêt lidîvgerînê cihê firokeka biçîk vedît ku berî sê rojan nizîkî bajêrê Silêmanî keftibye xar.

Ev pêşveçûneş rojekê piştî kuştina serbazekê Amerîkî û sê polîsêt Iraqî bû di peqînên bombên birex şeqamê li Bexda.

Ji layekê dîve, leşkire Amerîkî roja şembî azad kirna pitr ji 400 girtîyêt Iraqî ragehand.

XS
SM
MD
LG