Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Îraqî di êrişekê da ji mirinê veresya


Bi peqandineke bombeyeke lêva rêyeke rojava Bexdayê polîsekî Îraqê hate kuştin û du kesên sîvîl jî birîndar bûn.

Li demê ku wezîra karûbarên derbederan mişext û penaberan Suhaila Abed Jaafar, di taxeke rojhelata paytextî ra derbas dibû bombeyek li pêşîya karwanê otomobîlên wê peqîya. Polîs dibêjît çi li wezîrê nehatîye, lê sê nobedarên di wî karwanî da birîndar bûyne.

Di jimareke êrişên bi bombeyan roja Duşembî li Bexda, Musil û Kerbela da bi kêmî ve 24 mirov hatibûne kuştin, yêk ji wan serbazekî Amerîkî.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jack Straw îro li Bexdayê danûstandinan diket li ser bizava hêdî ya damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê li dû hilbijartinên li meha 12 ya par.

Çaverê tête kiriun ku ew gazî rêberên sîyasî yên Îraqê biket ku ferq û jêknegirtinên nijadî û tîreyî danêne alîyekê û li ser avakirina hikûmeteke bi şîyana hevgirtina Îraqê pêkbên.

Balyozê Amerîka Zalmay Xelîlzadî roja Duşembî hûşdarî dabû ku Amerîka piştevanîyê nadete destgehên bi rojevên tîreyî.



XS
SM
MD
LG