Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nemankirina mehkûmekî Calîfornîayê hate paşve dan


Wîlayeta Californiayê ya Amerîka nemankirina mirovkujekî mehkumkirî paş ve da piştî ku du dixtoran gotî ew xwe têkil naken.

Biryar bû ku vê spêdê şirinqeyeke mirovkuj bidene wî girtîyê bi navê Michael Morales ji ber te’darîya ser namusa kiçeke 17-salî û kuştina wê li sala 1981ê.

Dadyarekî federalî ferman dabû ku du dixtorên şarezayên dermanên bêhişkirinê li demê mirandina Morales amade bin da piştrast biken ku ew bêhiş bimirît.

Lê dixtoran got heke Morales hişyar bû û heke dîyar bû ku ew linav êşê ye ew dê naçar bin ku xwe têkilî kuştina wî biken û ew yêk digel sinc û prensîbên dixtorîyê naguncît.

Karbidestên zindanê nemankirina wî mehkûmî heta îşev direng paşve da.


XS
SM
MD
LG