Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistanê cizayê îdamê da 11 tundrêyên Îslamî


Dadgeheke Pakîstanê 11 tundrêyên Îslamî yên bi El Qaîdê vê girêdayî bi îdamê ciza kirin ji ber qesta kuştina generalekî ku 11 mirov têda hatibûne kuştin.

Dadyar Feyruz Mehmud Bhatti ew hikûm li dadgeheke Qaraçî îro da.

Wan zelaman li meha xizîrana sala 2004ê bi tifeng û bombeyan buseyek danabû pêşîya karwanê otomobîlên General Ihsan Salîm Heyatî. Salîm ku niha cihgirê serokê leşkerê Pakîstanê ye, ji wê êrişê veresya, lê heft serbaz, sê polîs û kesekî di rê da derbas dibû hatibûne kuştin.

Karbidest dibêjin ew kes ji rêkxistîya Cund Allah in ku endamên wê li kampên El Qaîdê hatibûne hînûfêrkirin.



XS
SM
MD
LG