Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice ku sefera Rojhilata Navîn dike, îro çarşem bi serokê Misrê Husnî Mubarek re kom bû.
Rice û Mubarek wê li ser serkeftina komeleya milîtana Hamasê di hilbijartinên Filistînê de biaxivîyana. Rice herwisa bi aktîvîstekî Misrî yê demokrasîyê re jî kom bû îro. Agahîyeke kêm hat ragihandin di derbarê wan kombûnan de.
Armanca sefera Rojhilata Navîn qanî kirina hikumetên Ereban bû ji bo dijberîya hikumeta bi rêberîya Hamasê li Filistîn.
Xatûn Rice piştre diçe Erebîstana Suudî û peyra jî sefera xwe li Mîrgehên Erebên Yekgirtî bi dawî tîne.
Roja sêşemê Rice bi wezîrê derveyê Misrê Ahmed Aboul Gheit re kom bibû li Qahîrê.
Di dema kombûnê de Rice got eger dixwaze rêberîyeke bi rêkûpêk bike ji hikumeta Filistîn re, lazime Hamas sîyaseta xwe safî bike; ew dê an alîgirê terorîzmê be an jî sîyasetê bike.