Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê biroj derketina derve hatîye qedexe kirin 


Hikumeta Îraqê biroj derketina derve qedexe kir piştî ku tundutujîyên tîreyî bûn egera mirina zêdeyî 130 kesan dema ku zîyareteke Şî'eyan hate bombe kirin.

Televîzyona dewletê ya Îraqê bi şêweyeke tund derketina kolanan qedexe kir li Bexda û li parezgehên Diyala, Babil û Saleheddin li cîyên ku teqînên bomba roja çarşemê lê qewimîbûn.


Xuyaye ku derketina derve bi armanca rawestandina tundutujîyên tîreyî hatîye qedexekirin ji bo limêja înê.


Di vê navê de rêberê Şî’eyan yê xweyî hêz Abdul Aziz El Hekîm roja înê ji gel daxwaza yekgirtina Sinne û Şî’eyan kir. Serokê Cıvata Bilind ya Şoreşa Îslamî ya Îraqê egera tundutujîyên tîreyî xist stuwê alîgirên Seddam Huseyn û piştevanên El Qaîde li Îraqê.


Ji alîyekî din ve karbidestên leşkerî yên Îraqê dibêjin çekdar îro în ketine nav malekê li bajêrê Letîfîye li başûra Bexda û bikêmî ve sê Şî’e kuştine

Leşkerên Amerîkî jî gotîye hêzên hevpeymana bi ser cîhekî de girtîye li bakura Bexda û emîrê çekdarên El Qaîde li wê herêmê kuştîye. Leşkerî got Ebû Esma ew endamê El Qaîde taybetmendê dirust kirina bomba bû û dest di çendîn teqîna de hebû.



XS
SM
MD
LG