Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbend kirna hatin û çûna otombîla li Bexda hate ragehandin


Wezîrê navxoyê Iraqê berbend kirna hatin û çûnêt otombîla li Bexda ragehand li bizavekê da bu ragirtina tond û tîjîyêt tayîfî.

Li konfiranseka rojnamevanî evro şembî, wezîrê navxoyê Iraqê Beyan Cebir got li roja yekşembî çê nabît otombîl bêne nav Bexda yan li Bexda derkevin bu demê 24 demjimêran û her kesek çek vêbit dihête girtin.

Digel berbend kirna hatin û çûnê tond û tîjî her li Iraqê berdewam bîn. Karbidestêt Iraqî dibêjin çend çekdareka hêriş kire ser maleka Şî’a nizîkî Beqûbe û 12 kes kuştin.

Li başora Bexda, karbidest dibêjin termêt 14 polîsêt Iraqê hatine vedîtin ku şevê dî li şer û lêkdana hatîne kuştin.

Li bajêrê Kerbela, polîsê ragehand ku li peqîna otombîlekê da bi kêmî 5 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG