Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêriş ser Mizgefteka Şî’a li Besra hate kirn


Bombek mizgefteka Şî’a dihejînît li demê ku rêberêt syasî yêt Iraqê daxaza yekrîzîyê diken piştî zincîreka tondûtîjîyêt tayîfî.

Polîsê Iraqî ragehand ku evro yekşembî bombek li mizgefteka Şî’a li bajêrê Besre ya başora Iraqê peqî û têda dû kes birîndar bûn.

Hevdem, li bajêrê Hille bombek li nav otobîsekê da peqî û pênc kes birîndar kirn û li encama peqîna bombeka birex şeqamê li Bexda dû serbazêt Amerîkî hatine kuştin.

Ev hêrişeş li demekêda ne ku berbend kirna hatin û çûnên bi roj li sê parêzgehan hate rakirn.

Rêberêt bilindêt ilmanî yêt Iraqê ew zincîre hêrişêt tayîfî mehkum kirn û soz da ku yekrîzîya niştîmanî kar biken.

XS
SM
MD
LG