Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi êrîşên li du hev li Îraqê 34 kes hatin kuştin


Bi êrîşeke xwekuj û teqîna bombeyekê di otomobîlekê de li Îraqê îro sêşem du ji wan serbazên Brîtanî, bi kêmî ve 34 kes hatine kuştin.

Bi giştî xwîn li Bexdayê rijîya ku li du hev çend bomba teqîyan û pê 15 kesên sîvîl hatin kuştin, 50 yên din jî birîndar bûn. Ew teqîn li navend û kolanên li rojhilata bajêr qewimîn.

Serbazên Brîtanî li nêzî bajêrokê Amara ya 260 kîlometre li başûra rojhilata paytextê hatine kuştin. Wezîrê parastinê yê Brîtanya dibêje serbazê sêyemîn brîndar e.

Serbazên Îraqî li kêleka rê cendekên ku bi gulla bûne wek bêjing dîtine li bajêrê Baquba. Li Tikrîta ku Seddam Huseyn xelkê wê ye bombekê mizgefta ku li ser mezelê bavê vî zordestê berê hatibû ava kirin xera kiriye.

Her çende ku alozkarî berdewamin, karbidestên mezin yên Îraqî dibêjin nuke gefa şerekî navxwe kêmtir tê kirin.

Karbidestên Îraqî dibêjin ji dema ku bombe li Mezarê Askerîye hatibû teqandin, ji çarşema buhurî û virda ye zêdeyî 30 xirabkar hatine kuştin û 400 jî hatine girtin.

Nûçeyeke ku ji Bexda hatîye şandin di rojnameya The Washington Post de dibêje ku zêdeyî 1300 kes di alozîyên heftîya buhurî de hatine kuştin û ev hejmar ji hemu hejmarên berê gelekî bilindtir e. Karbidestên bilind yên Morgê dibêjin ji dema alozîyên piştî teqîna li mizgeftê û heta niha kêmî 250 cendek hatine Morgê

The Washington Post dibêje ji duşemê û virdaye bi sedan cendekên bêxweyî hêj li Morgê ne. Dibêjin cendekên zilaman hejî bi xwîn in û hin ji wan kesan bi gulleyan, hin ji wan bi kêran kuştine û hinekan jî an xeniqandine an jî bi torbeyên lastîk ku hêjî li dora stuwê wan in hatine fetisandin.



XS
SM
MD
LG