Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat li ser Kêşeya Darfurê bi Serok Bushî ra dê bixebitin


Seroka endamên ji Partîya Demokrat li Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî dibêjît ew û hevkarên wê pêgirên xebata digel Serok Bushî ne ji bo bidawîînana zorkarîyê li devera bi avrêşe Darfur ya Sudanê.

Nancy Pelosiyê li vê dawîyê rêberîya şandeyeke ji 11 endamên Kongresê her du partîyan kir li seredana bo Efrîqayê û ew li wê derê digel karbidestên Sudan û 4 welatên dî kombûn.

Bala seredanê li ser hindê bû ka ew dê çawa wê kêşeya li Sudanê bidawî bînin ku Amerîka wek qirkirinê an jenosîtê danaye.

Nancy Pelociyê got hemî endamên wê koma nûneran hevbîr in li ser pêwîstîya şandina pêtir serbazan bo hêza aştîparêz ya Yêkitîya Efrîqî li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG