Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye û Ewrûpayê daxwaza dayêxistina ''Gelîyê Gurgan-Îraq''


Gurg ji neteweperestên Tirk ra heywaneke pîroz e. Ew bawer diken ku gurgeke mêr ya bi navê ‘Asena’ Tirk rêberîya Tirkan kir û ew ji tengavîya li Asya Naverast derêxistin. Neteweperestên Tirk bi şanazî ji xwe ra dibêjin ‘‘Bozkurt’’ ango ‘‘Gurgên Gewir.’’

Niha filmekî, bi gotina hindek alîyan ‘‘bi peyamên nijadperest’’ li dû gurgan hatîye bi nav kirin. ‘‘Kurtlar Vadisi –Iraq’’ an bi Kurdî ‘‘Dola Gurgan—Iraq’’ an ‘‘Gelîyê Gurgan –Îraq.’’

Ew film li serê vê mehê li Tirkîyê û li sînemayên 13 welatên dî destpêkir. Dola Gurgan ew sê sal bû li televîzyoneke Tirkîyê bibû şevbihorka Tirkan — yêk ji bernameyên bi jimara herî mezin ya bîneran.

Wî filmê bi heman navî, ‘‘Gelîyê Gurgan’’ di pişka Îraqê da li Tirkîyê û Ewrûpayê baleke bêhempa kêşeya û hindek karbidestên Elman û bizavkareke jin ya Tirk dibêjin bila rê nedenê, li sînemayan nîşan neden ji ber ku ew neyarî û nehezîyê diazirînît.

Nîl Demîrkazik, Seroka Giştî ya Komela Alîkarîya Zarokan ya Tirkîyê (Çocuk-Der) dibêjît ew filmekî nijadperest e:

‘‘Filmê Gelîyê Gurgan – pişka Iraqê’’ bi zihnîyeteke Hîtlerwarî ya nijadperest hatîye çêkirin. Ew dixwaît wê nijadperestîya ku berevanîya neyarîya bîyanîyan diket li ser gelê Tirk danêt. Film wê nexweşîya psîkolojîk ya dibêjît ku ‘Dinya hemî neyara Tirkan e’ berdete xelkî. Filmê ‘Gelîyê Gurgan –Iraq’ Tirkayetîyê bilind diket û Kurdayetîyê kêm dadinêt, ew feqûcidahîyê linav gelî diket ku sûc û tawan e.’’

Lewma, Nîl Demîrkazik dibêjît, wê li heftîya bihorî ji dozgerên Tirk daxwaz kir ku nehêlin wî filmî li sînemayan nîşan biden.

Ew dibêjît: “Ew film dixwazît aştî û tenahîya ku Tirkîyê hem linav xwe hem li derve gelek pêwîstî pê heye têkvedet. Stratejîya wî her wesa ew e ku navbeyna Tirkîyê digel hevbenda wê ya stratejîk Amerîkayê û cîrana wê Îsraîlê nexweş biket.”

Lê derhênerên wî filmî dibêjin ew filmê serhatîyeke rast e – bûyera girtina 11 serbazên Tirk li 4ê Tîrmeha sala 2003yê li bajêrê Silêmanîyê yê Kurdistana Îraqê. Girtina wan komandoyên Tirkan bi gumana nexşeyeke bo kuştina Fermandarê Kurd yê Kerkukê Ebdirrehman Mistefa hingê kêşeyeke mezin û demdirêj linav 2 hevpeymanên bi 10an salan – linav Tirkîye û Amerîka -- hilêxistibû. Tirk nemaze bi hindê ture bibûn ku serbazên Amerîkî cuhal danabûne serê serbazên wan.

Li dû çîroka filmê ‘Dola Gurgan –Îraq’ yêk ji wan 11e serbazan ji şerman xwe dikujît ji ber ku wî nikarîye bersingê wê ‘kirêtîya’ ku bi serê miletê wî hatî înandin bigirît. Ew berî mirinê ji hevalê xwe Polat Alemdarî ra nameyekê dişînît. Û Polat Alemdar ji bo tolhildanê diçîte bakura Îraqê.

Li dû pişkeke filmî rêya otomobîla wan 4 serbazên Tirk nêzîkî Hewlerê ji alîyê hêzên parastinê yên Kurd ve tête girtin, efserê Kurd sebebê hatina wan jê dipirsît û ‘qehraman’ê Tirk dibêjît ‘‘Em hatîne bazara mirovan... Dîyar e ku bihayê mirovan vêre erzan e.’’

Nîl Demirkazik, endama komeke nehikûmetî ya bi navê ‘‘Bizava Yêkitîya Ewrûpî’’ dibêjît ew bi mebesta kêmkirina Kurdan e, ew xewn e, çi têkilî bi rastîyan nîne.

‘‘Çar endamên hêza taybetî ya Tirk leşkerê Amerîka hemîyê jinav diben. Ku ez û hindek alîyên dî bawer dikeyn ku eve cihê pêkenînê ye. Tiştekî wesa çênabît ew dikarît bibîte xewn. Polat Alemdar wek Ramboyekî Tirkan digel hevalên xwe tola wê bûyera telîsî ya Silêmanîyê werdigrît.’’

Film çênd îddîayan dî tînîte ziman li dijî Amerîkî, Kurd û Cihûyan.

Li Ewrûpa nerazî pir in, lê Nîl Demîrkazik dibêjît ew film dilê hindek bîneran xweş diket:

“Gava ku ew qehremanên xewnî yên Tirk Amerîkî û Kurdan dikujin, bombeyan dihavêjinê, dijûnan dibêjinê, bînerên sînemayê linav tarîyê radibine ser pîyan û destê xwe jêra lê diden û dikene qîrî ‘Bijî.’ ‘Aha Tirk eve ye; we dît me bi çawa tola xwe stand?’ Dilê wan hûnik dibît. Ew film bi rêya niştimanperestîyê dilê xelkî xweş diket.”

Dibêjin li Tirkîyê û li derve heta niha nêzîkî 4 mîlyon mirovan ew film temaşe kirîye. Nîl Demîrkazikê got ew gelek aloz e ku ew film fitneyeke hilbiket li Tirkîyê û dibêjît divêt azadîya dîyarkirina hizrûbîran jî ji qamê neçîte der.

Ew dibêjît ew şeva yêkem gava ku derhênerên filmî ew nîşanî mêhvanên taybetî dayî bi cemedanîyeke Kurdan çûye da ku nerazîbûna xwe dîyar biket û yên wê derê gelek ji cemadanîya wê aciz bûyne. Bi gotina wê, wê we hest kir ku ew ketîye linav “Gelîyê Gurgan li Tirkîyê.”

Nîl Demîrkazik dibêjît tiştê ku ew wê şevê pê aciz bûy ew bû ku gelek sîyasetvanên Tirk li wê derê linav mêhvanan bûn û berê xwe da filmî pesna wî da. Serokê parlamentoya Tirkîyê Bûlent Arinçî got ew baştirîn filmê wî dîtîye û xanima Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganî Emîne Erdoganê gotîye ew bi wan filmkêşên Tirk serbilind bûye. Wezîrekî gitîye ‘Xwedê Tirkî biparêzît.’

Nîl Demîrkazik dipirsît ka welatek bi çawa hem, dibêjît ew hevpeymana Amerîka ye, hem jî karbidestên wê wesa pesna filmê ku neyarîya Amerîka diazirînît diden.

Birêz Demîrkazik wî filmî wek dewama kitêba bi navê ‘Metal Firtina’ ku têda Amerîka Tirkîye dagir diket û destkîsekî Tirk li Washingtonê bombeya atomî dipeqînît dibînît û her wesa zêdebûna firotina kîtêba Adolf Hitlerî ‘Şerrê Min’ didete gelyêk û dibêjît di rastîyê da ew alîyên nijadperest xwe kêm dibînin û dixwazin li Tirkîyê neyarîyê biazirînin da bêne ser desthilatê.

Nîl Demîrkazik endama Partîya Serokwezîr Erdoganî ye û dibêjît jêknegirtina mezin digel rêberê partîya wê sebaret pirsa Kurdî ye, lewma ew nizanît ka ew dê di partîyê da bimînît. Bi gotina wê, belkû ew li hilbijartinên sala 2007ê bibîte berbijareke serbixwe bo endamîya parlamentoyê û pirsa Kurdî bînîte pêş.

Dibêjît divêt pênasîn bi Kurdan bête kirin. Daxwaznameya wê bo rawestandina nîşandana wî filmî dilê hindek Kurdan xweş kirîye. Lê Nîl Demîrkazik dibêjît gelek alî ji daxwaznameya wê aciz bûyne û hindek gefan lê diken.

XS
SM
MD
LG