Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozger dibêjin Seddam biryara nemankirinê mor kiriye


Dadgeha rêberê roxandî Saddam Hussein û 7 bergûmanên dî îro li Bexdayê ji nû ve destpêkir, hem ew xwespêr hem jî parêzgerên wan li dadgehê amade bûn, lê paş demekî kurt ew civîn heta sibê hate paşve dan.

Dozgerên Îraqî li dadgeha Seddam Huseynî belgeyek pêşkêş kir ku dibêjin Seddamî têda tevkuştina 148 Şî’a yên Duceylî mor kirîye.

Dozgeran îro li dadgehê got ew belgeya ji meha şeş ya sala 1984ê biryara nemankirina wan mirovan ya dadgehekê dipejirînit.

Seddam û heft kesên dî ji ber wê bûyerê têne dad kirin ku paş qesta bo kuştina Seddamî li wî bajêrkî bû.

Li destpêka kombûna îro serokê dadgehê Ra’uf Abdirrehmanî got desteya ji pênç dadyaran daxwaza parêzgeran ji bo ladana wî û dozgerî red kirîye.

Parêzgerê serekî Xelîl El Duleymî got ew dê daxwaza guhartina wê biryara dawîn biket û got bila karê dadgehê bête rawestandin. Dûra ew ji dadgehê derkeft.

Dadgeh heta roja Çarşembî hate paşve dan.

Kombûna berî vê li 14yê Şûwatê bi şeredeva Seddamî bi ddadyarê serekî ve bi dawî hatibû.

Seddam û 7 bergûman ji ber tevkuştina 148 Şîeyan li bajêrkê Duceyl têne dad kirin. Ew tevkuştin paş qesta bo kuştina Seddamî berî pêtir ji 20 salan bû.

XS
SM
MD
LG