Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî seredana xwe bu başora Asya, Serok Bush vegeryav welatî


Serok Bush vegeryav Washington piştî seredana wî bu başora Asya, ku têda çûwe Efganistan, Hindistan û Pakistanê.

Li roja dûmahî ya seredana xwe, serok Bush roja şembî li Islamabadê digel serok Pervîs Muşerefî kom bî bu baskirna jimareka kêşa, ji wan şerê dijî tîrorismê û rîformêt dîmokratî li Pakistanê.

Serok Bush pesna serokê Pakistanê da bu şerkirnê dijî tîrorê, lê hûjdarî da ku karê zêdetir pêtivîye bu şikist pê înana El-Qayde.

Li Hindistanê serokê Amerîkî û serok wezîr Manmohan Sing rêkeftineka giring mûr kir û li dîv wê rêkeftinê Amerîka dê piştevanya pirojêt navokîyêt sivîl yêt Hindistanê ket.

XS
SM
MD
LG