Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sitranbêj Carrie Underwood


Li 10 vê heyvê sitranbêja muzîka Country Carrie Underwood dê bîte 23 sal.

Ew Li Checotah wîlayeta Oklahoma ji dayik bûye û par di bernama telefzuniya American Idol biser keft bu wek baştirîn sitran bêj.

Elbuma wê ya bi navê Jesus, Take The Wheel, heta nuke pitir ji 2 milyun kopî li seranserî Amerîka firutine û herwesa heta nuke eve 13 heftine ew elbuma wê di lîsta serekî ya Billboard ya muzîka Country da.

Sitrana bi navê Jesus, Take The Wheel bu 6 heftiya li pleya êkê bu di lîsta muzîka Country da.

Carrie Underwood nuke dû sitran yêt heyn di lîsta sitranên serekî da, ew jî Before He Cheats, û Don’t Forget To Remember Me.

We di hête ragehandin ku li 5 miha 4 Carrie Underwood dê dest bi geryana consertekê ket bu 41 bajêran li seran serî Amerîka, ku dê li stana North Carolina dest pê ket.

XS
SM
MD
LG