Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq di tengasîyeke sîyasî de ye


Hevpeymanîya Şî’eyan ya Îraqê ji Serok Celal Talabani xwest ku yêkemîn kombûna parlamentoyê paşve bidet da pêtir dem hebît ji bo çareserkirina kêşeya sebaret hikûmeta nû.


Birêz Talabani vê heftîyê got ew dê gazî parlamentoyê biket ku roja Yêkşembî, li 12yê Adarê kombît li dû hûkmê destûrnameyê.


Lê karbidestên ji partîya serekî ya hevpeymanîya Şîeyan (Civata Bilind bo Şoreşa Îslamî li Îraqê) got wan pêwîstî bi çend rojên dî heye ji bo bijartina serokê hikûmeta niştimanî. Sîyasetvanên Kurd, Erebên Sunnî û partîyên nedînî li dijî duwemîn gerra serokwezîrîya Îbrahim Ce’feri ne.


Ji alîyê dî ve di encama peqandina otomobilên bombebarkirî û çend teqekirinan da bi kêmî ve sê polîs hatine kuştin, heft kesên dî jî birîndar bûn.


Rayedar dibêjin çekdaran roja sêşembî nêzîkî Beycî li bakura Bexdayê buseyek dana pêşîya erebeyeke nobedarîyê ya polîsan û du otomobîl jî li alîyên cida yên bajêrkê Hûlle li başûra paytextî hatine peqandin.


Li jimareke peqyan û êrişên li seranserî Îraqê roja Duşembî jî, karbidestekî bilind yê leşkerê Îraqê General Mubdar Hatim al-Dulaimi û bi kêmî ve 15 mirovên dî hatibûne kuştin.


Televîzyona El Cezîre vîdeoyeke sê ji çar bizavkarên aştîxwaz yên Mesîhî belav kir ku par meha 11 li Îraqê hatibûne rehîn kirin. Televîzyonê got wan zilaman gazî hikûmetên xwe û rêberên welatên Ereb li Kendavê kirîye ku ji bo azadîya wan bixebitin.


Ji alîyê dî ve li dû raywergirtineke giştî li Amerîka ji her 10 kesan heşt bawer diken ku ew girjîya linav Şî’e û Sunnîyan li Îraqê dê rê bidete şerrekî navxweyî. Dengwergirtina giştî ya televîzyona ABC û rojnameya Washington Post dibêjît nîvê Amerîkîyên beşdar bawer diken ku Amerîka li armanca damezrandina hikûmeteke demokratîk li Îraqê pêşve diçît.



XS
SM
MD
LG