Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran li Îraqê kargerên şîrketeke parastinê revandin


Çekdar li Bexda bi cil û bergên ku kesayetîya wan pê dîyar nabe ketin nav kompanyayeke parastinê ya taybetî û bi dehan kargerên wê revandin.


Polîsên Îraqî dibêjin çekdaran nêzî 50 kargerên wê şirketê ji cîyê karê wan li taxa Zeyûna li rojhilata Bexdayê revandine.

Li alîyekî din îro Çarşem polîsên Îraqî gotin bi teqîna bombeyên ku li kêleka rê hatibûne veşartin û ku yek ji wan bi ser karwana otomobîlên parastina wezîrê navxweyî ve teqîya bû, bi kêmîve çar kes kuştine li Bexdayê.

Nobetdarên parastinê li taxeke Bexda ya bi navê Emîrîye ya ku bi giştî Sinnî tê de dijîn cendekên bi kêmîve 20 mêran di nav otomobîleke vala de dîtine.

Karbidestên Îraqî dibêjin tenê du mêr ji wan kesan bi gulla hatine kuştin yên din jî girêdayî bûne û hatibûne fetisandin.

Ne dîyar e ku ka qurbanî kîne belê ji dema ku zîyareta bi qubbeya zêrîn hate bombe kirin tundutujîyeke ecêb ya tîreyî destpêkiriye

Ji alîyekî din ve leşkerê Amerîka daxuyanîyekê da ku serbazekî Amerîkî jî li nêzî Tel Afar di nobetdarîyê de bi bombeyeke li kêleka rê veşartî hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG