Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice ji Senatê re got Îran girîngtirîn asteng e ji bo Amerîka


Wezîra derve ya Welatên Yekgirtî Condoleezza Rice ji Senata Amerîka re got Îran û armancên wê yên li ser karê navokî girêya serekî ye bo Welatên Yekgirtî.

Rice, di axaftina xwe de li ber Komîteya Dabeşkirina Diravî got Îran bi sîyasetên xwe dixwaze Rojhilata Navîn ji binî biguherîne li dijî wê sîyaseta ku hikumeta Bush dixwaze li wî warî bimeşîne

Rice ev axaftin kir çend demjimêr piştî gotinên rêberê bilind yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî ku digot Îran dev ji teknolojîya xwe ya navokî bernade. Digot karbidestên Amerîka dixwazin hêza desthilatdarên oldar yên Îranê kêm bikin.

Roja çarşemê desteya birêvebirinê ya Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî ku ji 35 welatanê pêk tê, Îranê ji ber ji nûve destpêkirina zaxkirina uranyumê şand ber Civata Tenahîyê ya Welatên Yekgirtî.

Civata Tenahîyê dikare toleyan deyne ser Îranê eger îsbat bike ku wek Welatên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropa îddîa dikirin ku Îran li dijî Peymana Nebelavbûna Çekên Navokî kiryaran dike.

Balyozên pênc welatên(Welatên Yekgirtî, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn) ku endametîya wan di Civata Tenahîyê de herdem e dest bi kombûnên gelek girîng kirine ji bo vê îddîaya Rojhilatê.

XS
SM
MD
LG