Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Felluce bi teqandinda otomobîla bombebarkirî 7 kes hatine kuştin


Polîsên Îraqî dibêjin bi êrîşeke xwekuj bi kêmî ve heft kes hatine kuştin dema qamyoneke bombebarkirî li nuqteke kontrolkirinê hatîye teqandin li Felluce ya li rojavayê Bexdayê ku berê di destê xirabkaran de bû.

Polîs dibêjin êrîşbirî îro în, li nuqteyeke kontrolkirinê qamyona bombebarkirî bi ser rêzeke wesayetan ve teqandîye.

Li bajêrê li başûr li Tîkrîtê jî bi kêmîve polîsek hatîye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne bi teqîna bombeyekê li kêleka rê.

Li Bexda bombeyeke din ya li kêleka rê veşartî bi ser tanqeke Amerîkî ve teqîyaye belê leşkerê Amerîka dibêje tu kes ji nefera di nav tanqê de birîndar nebûye.

Roja pêncşemê karbidestên Îraqî 13 kes daleqandin ji dema ku desthilat ji destê Seddam Huseyn hate stendin li sala 2003an.

Herwisa roja pêncşemê li Washington wezîrê parastinê yê Welatên Yekgirtî Donald Rumsfeld ji Îraqîyan xwest ku hikumeteke hevgirtî damezirînin da ku tirsa şerekî navxweyî kêm bikin.

Generalekî ku kumandarîya kiryarên leşkerê Amerîka dike li Rojhilata Navîn dibêje tengavîya tîreyî li Îraqê gihîştîye bilindtirîn sînorî belê wî got rewşa tenahîyê li vî welatî bi hêsanî kare bê kontrol kirin ji alî hêzên Îraqî û hêzên hevalbendîyê.

Serokê Îraqê Celal Talabanî roja pêncşemê bi paşvexistina kombûna parlamanê qayîl bû. Biryar ew e ku di nozdê meha Adarê de parlaman kom bibe. Bi vê paşvexistinê kom bûn nêzî heftîyekê bi ser muhleta ku di destûrnameyê de hatîye nivîsîn dikeve. Bi wê kombûnê parlaman dest bi kar dike.

XS
SM
MD
LG