Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Tom Fox li Iraqê hate vedîtin


Karbidestêt Amerîkî û Iraqî dibêjin termê Tom Fox hate vedîtin, ku welatîyê Amerîkî ye û li Iraqê hatibye revandin.

Wezareta derve ya Amerîka mirina wî bizavkarê aştî yê kirstyan şeva eynî ragehand. Karbidestêt Iraqî dibêjin destêt Fox hatibîne girê dan û çend birînêt gulle li leşê wî hebîn û nîşanêt azar û eşkencê bi gyanê wî ve dyar bi.

Fox yek bû ji çar karkerêt alîkarîyêt mirovayetî ji giropa Christian Peacemaker Teams ku li heyva 11 ya bûrî li Iraqê hatibîne revandin.

Ji layekê dîve, leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku hêzêt hevalbendî heşit xirapkarêt gumanlêkirî girtîne.

Li beyannameka leşkirî hatye ku çar ji wan li taxê Xedre li Bexda hatîne girtin û çar xirapkar li operasyona li cihêt dî yêt welatî hatine girtin.

XS
SM
MD
LG