Alîyêt syasî yêt Iraqê berdewamin li kombûnên xwe bu pêkînana hikumeteka yekgirtî. Evro yekşembî serokê Iraqê Celal Talebanî, serokê Herêma Kurdistanê, Mesud Barzanî, serokê lista Îtîlafa Şî’a, Ebdulezîz Hekîm û syasetvanê Sunnî Ednan Paçeçî kom bûn.
Li konfiranseka rojnamevanî piştî kombûnê, serokê Iraqî ragehand ku roja yekem kombûna perlemanê nû yê Iraqê li roja 19 bu roja 16 vê mehê hate pêşêxistin.
Her evro yekşembî, serok wezîrê Iraqê Ibrahîm Ce’ferî û serokê Iraqê kom bûn.
Piştî kombûnê, Ce’ferî got kombûna evro liser rewşa nûke ya parastinê li Iraqê bu.