Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Evro dadkirina Seddam Huseynî berdewam bû


Evro dadkirina Seddam Huseynî berdewam bû û pitir îfade ji hevkarêt rêberê ladayî hatine wergirtin.

Seddam û heft endamêt partîya Baas hatine tawanbarkirin bi gunehkarîya li dijî mirovanîyê, bi kuştina 148 Şî’a, li sala 1982ê li Duceyl.

Di Yekemîn rawestana xwe de li dadgehê serokê berê yê dadgeha şoreşê Awad Hamid El Bender pênasîn kir ku 148 Şî’a îdam kiribûn lê riştî dikir ku dadkirineke dirust digel wan hatibû kirin û wan pênasîn kiribû ku bizav dikir Seddam Huseynî bikujin.

Seddam û hevkarêt wî dibêjin kiryarêt wan li Duceyl bersiveke qanûnî bû li ser bizava wan bi kuştina rêberê berê yê Îraqê.

Lê dadpirsan bizav kir ku dîyar bikin hikumeta Seddam Huseynî dixwest hemî xelkê sîvîl li wî bajêrokî ceza bike.

Karbidestê dadgehê dibêjin ku Seddam Huseyn dê bergumanê dumahîyê bît, ku îfada jê werbigrin û renge heta dumahîya vê heftîyê bît.



XS
SM
MD
LG