Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexdayê di 24 seetan da zêdeyî 70 term hatine vedîtin


Hêzên parastinê yên Îraqê termên 15 zelaman di mînîbuseke da dîtin ku hêlabû rojava Bexdayê. Bi wan mirovan, jimara qurbanîyên êrişên tolhildana linav tîreyan dinav 24 seetan da giheşte bi kêmî ve 70 kesan.

Karbidestên parastinê dibêjin destûpîyên wan mirovan girêdayî bûn û ew xendiqandibûn.

Termên dî roja Duşembî li alîyên cida yên Bexdayê hatine vedîtin. 4 ji wan mirovan li bajêrkê Sadr yê paytextî bi stûnên elektrîkê ve hilayîstibûn.

Berî wan kuştinan li encama jimareke peqyanên li bajêrkê Sadr roja Yêkşembî bi kêmî ve 46 mirov hatibûne kuştin, pêtir ji 200an jî birîndar bibûn.

Serokê Iraqê Celal Talabanî dibêjît terorîst hewil diden ku li Îraqê şerrê navxweyî hilbiken û dixwazin wê alozîya sîyasî ji xwe ra biken derfet.

Birêz Talabanî gazî hemî koman kir ku bizavên bo damezrandina hikûmeteke nû ya niştimanî bilezînin.



XS
SM
MD
LG