Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice pesna Endonezya kir li ser demokrasîyê


Wezîra dereve ya Amerîka Condoleezza Rice pesna Endonezya da bo pêşvebirina demokrasîyê û rêberîya wê li başûra rojhilata Asya.

Berî seredana xwe ya du rojî bo Endonezya bi domahî bînet, evro di gotarekê de bo civateke têkilîyêt derve li Jakarta xanim Rice ev têbînîye dan.

Wê got Endonezya piştî desthelata zorkar ya serokê berê Suharto bûye demokrasîyeke nûgeh.

Wezîra derve spasîya serokê Endonezya Susilo Bambang Yudhoyono kir ku serê vê mehê çûye seredana Burma da rêberêt wê yêt leşkerî razî biket çav li Demokrasîya Endonezya biken.

Lê wê herwisa riştî li Endonezya kir ku pitir guhorînkarîyan di hêzêt çekdar de biket.

Komeleyêt mafêt mirovan leşkerê Endonezya xetabar diken bi zêde gavîyan li ser mafêt mirovan li wî welatî.



XS
SM
MD
LG