Termê serokê berê yê Yugoslavyayê Slobodan Milosevîç berî roja behîya wî bi firokê bo Sirbîya hate veguhestin ku biryare roja şembî li bajêrokê Pozarevac cîyê peydabûna wî tazîya wî bête danan.
Karbidest li firîngeha Amsterdam dibêjin evro sindirîka Milosevîç bi firokeka dezgeha hatin û çûnên hewayî JAT bo Belgrad hate veguhestin.
Berî nûke karbidesteke Partîya Sosyalîst ya rêberê berê gotibû ku roja şembî dê behîya wî danin.
Serokê Sirbîya Boris Tadic dûr êxist ku tazîyeke resmî danin.