Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stratejîya Tenahîyê ya Amerîka li ser kiryarên leşkerî diqewimîne


Qesra Sipî stratejîya tenahîyê ya nû ya Welatên Yekgirtîyên Amerîka belav kir. Stratejî piştevanîya sîyaseta hikumeta Bush dike bo kiryarên leşkerî li dijî welatên şerût û komeleyên terorîst.

Serok Bush di raporta îro pêncşem de dîyar dike ku bi dilê Welatên Yekgirtî ye ku di rawestandina zêdebûna çekên bi xeter de li cîhanê dîplomasîyê bi kar bîne. “Belê li dû prensîbên demê dûvedirêj yên xwe parastinê ” raport dibêje Welatên Yekgirtî “hê berî êrîş bên kirin bikaranîna hêza leşkerî înkar nake.”


Daxuyanîya resmî dibêje kiryareke bi vî awayî dibe ku bê kirin hê bêy ku bê zanîn êrîşa dijmin dê ji ku derê bê an jî dê kîngê bibe.

Belgeya bi 49 rûpel herwisa xema hikumetê dîyar dike li ser sîyasetên vê dawîyê yên hikumetên Çînê û Rûsyayê û tesîra wan li ser tenahîya netewî û aborîya Welatên Yekgirtî.

Ev daxuyanîya netewî ya tenahîyê behsa sîyaset û stratejîyên nû yên Serok Bush dike li ser pêvajoya piştî êrîşên terorîst yên El Qaîdeyê li sala 2001ê li Washington û New Yorkê.

Bi taybetî di raportê de bal hatîye kişandin ser welatên ku ji tenahîya Amerîka re xeter in wek welatên bi bernameya navokî wek Îran û Koreya Bakûr. Ev herdû welat her wisa di nav lîsta Qesra Sipî ya şeş welatên bi sîstemên zordest de ne, ew jî tevî Îran û Korya Bakûr, Sûrî, Kuba, Belarus, Burma û Zîmbabwe ne.

Daxuyanîya Qesra Sipî de rexne li Çînê tê kirin ji ber bi gotina wan “ ew bi şêweyeke kevnepare difikire û dilive ” li ser karê wê bo çavkanîyên xwezayî.



XS
SM
MD
LG