Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji bûyerên Helepçe weneyên taybetî


Li Helepçêya Kurdistana Îraqê, li 18emîn salvegera êriş û komkuştina bi çekên kîmyawî, bi hezaran kesan ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe ji kêmîya bala rayedarên hikûmetê li ser pirsîgirêkên wan xwenîşandanek kir.

Wê koma xwenîşanderan xwest ku rê nedene rêûresmên karbidestan ji bo bi bîr înana wê malwêranîya li 16yê meha 3, Adara sala 1988ê.

Peyamhinêrê Dengê Amerîka Yehya Berzincî ji Helepçê ragehand ku wê koma nerazî hewil da ku êrişê bibete ser avahîyê bibîrînana Helepçe û hêzên parastinê teqe li wan kirîye û xortek kuştîye, heşt kesên dî jî birîndar kirîne.

Li demê wan alozkarîyan hindek kesan agir berda avahîyê bi bîrînana qurbanîyên Helepçê.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê li Sulemanî şandeyeke ji çar karbidestan hinarte bajêrkê Helepçê ji bo lêkolîna ser wê bûyerê. Ji wê şandê, Wezîrê Karûbarên Navxweyî Osman Hacî Mehmûd gote Dengê Amerîka ku hindek alî li dû wê xwenîşandanê ne.

Xwecihîyên Helepçê gazindeyan diken ku karbidestan xizmeteke hêjayî Helepçê nedayîyê.

Eve wêneyên taybetî yên Dengê Amerîka ne ji wê bûyer û lêkdana roja Pêncşembî li Helepçê.


XS
SM
MD
LG