Hêzên Amerîkî û Îraqî îro în li bakûra Îraqê nêçîra xirabkaran didomînin.
Roja pênşemê hêzeke ji 1500 serbazên Amerîkî û Îraqî amade kirî li bakûra rojhilata Samarra bi dû 30 xirabkarên berguman ketin û hewl didin ku şeş cîyên mezin ku çekên wan lê veşartînê bibînin.
Karbidestên leşkerê Amerîka dibêjin tu êrîşên xirabkaran nebûne li dijî vê kiryarê.
Êrîş hate kirin di wê demê de ku rêberên sîyasî yên Îraqê xwe amade dikin ku kom bibin li ser avakirina hikumeteke yekgirtî
Parlamana nû ya Îraqê roja pêncşemê sond xwaribû li Bexda. Rê û risma ku gelekî bi derengî ketibû nêzî saetekê dom kir. Qanûndaner hêj li hev nekirine ku ka wê kî bibe serokwezîr û serokê parlamanê. Xuyaye ku bo li hevkrinê tu pêngav nehatine avêtin.