Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeh dibêje Milosevîç ne bi jahrê mirîye


Serokê Dadgeha Sûcên Cengî ya Neteweyên Yekgirtî dibêje ceribandinên xwînê dîyar dikin ku rêberê Sirb Slobodan Milosevîç ne bi jahrê mirîye.

Dadyar Fausto Pocar îro în encaman bi raportê eşkere kir li bingeha dadgehê li Haugeê belê got encamên ceribandinan hêj ne temame.

Milosevîç heftîya buhurî ji ber rawestana dil miribû belê piştî ceribandinên xwîna wî dîyar bû ku wî dermanên antîbayotîk bi kar anîne ku dixtor ev derman jê re nenivîsandibûn. Belê Pocar dibêje tu encam ji wan dermanan tunebûye di nav xwîna wî de. Dadyar dibêje di nav xwîna wî de hin dermanên din hatine dîtin belê ev dermanên ku di xwîna wî de derketine tu tesîra wanî jahrê tuneye.

Gelek ji piştevanên vî rêberê dawî yê Sirbî li Sirbîstanê xemên xwe anîbûn zimên ku ew şikê ji jahrkirinê dikin.

Milosevîç wê roja şemîyê li welatê xwe yê Sirbîstanê bê veşartin.

XS
SM
MD
LG