Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran li başûra rojhilata Îranê 21 kes kuştin


Karbidestên Îranî dibêjin êrîşbirên çekdar roja pêncşemê 21 kes kuştine û 7ên din jî birîndar kirine li başûra rojhilata li Sistan-Baluchestan li Îranê.

General Îsmaîl Ahmadî Muqaddam dibêje êrîşbir wek polîsan bûne û dibêje destê agahîya Brîtanya û Amerîka di vê êrîşê de hebûye û dibe ku ji sînorê Afganîstanê derbaz bibûne.

Karbidestên Brîtanî û Amerîkî tu bersivê nedane vê îddîayê.

Herêma ku bûyer lê qewimîye cîyekî bê tenahî ye û bi giştî qaçaxcîyên esrarê di ser wir de derbaz dibin.

XS
SM
MD
LG