Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedan hizar Şî’eyêt Iraqê seredana Kerbela diken


Bi sedan hizar Şî’eyêt Iraqê çûyne bajêrê Kerbela bi helkefta rêwresmeka oûlî, li demê ku tirsêt tondûtîjyêt tîreyî her maye, sê sala piştî dest pê kirna şerê Iraqê.

Desthelatdarêt Iraqî 8,000 karmendêt parastinê hinardîne Kerbela ku we çaverê dête kirn roja dûşembî nizîkî dû milyon kes biçine wî bajêrî bi helkefta çileya kuştina nevîyê pêxember Muhemedî, îmam Husên, li sala 680.

Ji alyekê dî, polîsê Iraqê ragehand ku serbazêt Amerîkî 8 kesêt sivîl li başora Samera kuştin û li Bexda sê term hatine vedîtin.

Ev tondûtîjîye li demekê ye ku serok wezîrê berî yê Iraqê, Iyad Ellawî, gote televizyona Berîtanî ku şerê navxoyî li Iraqê dest pê kirye.

XS
SM
MD
LG