Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroza li Tirkiyê îsal zû dest pê kir


Digel hemû qedexe û astengiya ji bo bikaranîna tîpa W'ya Newrozê li gelek bajarên Kurdnişîn û metropolên Tirkiyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê di pêşengiya Partiya Civaka Azad DTP'ê de tên birêvebirin. DTP'ê di daxuyaniya xwe ya sebaret bi pîrozkirina Newrozê de dabû xuya kirin ku ewê agirê pêşîn 18'ê Adarê li Şemzînanê vêxin û ev yek ji bo ronîkirina Tirkiyê gaveke girîng dibînin. Lê belê Qeymeqamiya Şemzînanê destûr neda ku Newroz were pîroz kirin bi hinceta ku ew roj salvegera şerê Çanakkal'ê ye. Lê destûr ji bo 21ê Adarê hat dayîn. Li hember vê yekê jî DTPê li pêşiya pirtûkfiroşa ku hatibû bombekirin, daxuyaniyek da çapemeniyê û bi tevlêbûna gelê şemzînanê hevserokên DTPê Aysel Tuxluk û Ehmed Turk pirtûkfiroş vekir.

Di heman rojê de li navçeyên Riha yên Wêranşar û Serêkaniyê jî newroz bi xwepêşandanan hat pîroz kirin.

Ji ber ku, dawiya heftê bû newroz li gelek deveran roja şemî û yekşemê hat pîrozkirin. Newroz li bajarên mezin ên wek Stenbol, îzmîr, Mêrsîn, Enqere, Bûrsa bi tevlêbûna sedan hezar kes hat pîrozkirin. Li Rojhilata welêt jî, li Êlih, Riha, Nisêbîn, Sêrt, Colemêrg, Çewlik, Qoser, Şirnex, Bismil, Riha,û Sixkeyê agirê Newrozê hat vêxistin û xwepêşandan hatin li darxistin. Li Stenbol û îzmîrê polêsan êrîş bir ser kesên ku dixwest Newroz pîroz bikin bi egera ku ji bo Ocalan dirûşme diqêrin û wêneyên Ocalan û alayên PKKê hildane.

Dîsa li Batman û Rihayê bi sed hezaran kes li qada Newrozê bûn. Her çiqas hewa şilî bû jî Newroz bi çoşeke mezin bi stran û dîlanan hat pîrozkirin.

Îro jî newroz li Dêrika Çiyayê Mazî û Gevera Colemêrgê tên pîrozkirin.

Newroz ewê sibê li Amedê, Cizirê û Wanê were pîrozkirin. Pîrozbahiya herî mezin dê li Amedê pêk were. Ev hefteyek e li kuçeyên bajêr posterên Newrozê hatine daliqandin û DTPê jî diyar kir ku ew îsal li benda milyonek kes in ku werin newrozê. Tê diyarkirin ku hemû amadehiyên Newrozê hatin temamkirin. Newroza Amedê wekî her sal, li qada fûarê ku 11km li derveyî bajêr e were pîrozkirin. Sibê dê Edîp Akbayram, îlkay Akkaya, Koma Azad û Koma Şevnîm ku Ji Mehabadê ye dê bi stranên xwe girseyê bicoşînin. Wekî din, Komîteya amadekar, serokkomarê Tirkiyê Ehmed Nejdet Sezer, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdoxan û nûnerên 49 welatên din ên li Tirkiyê jî vexwend pîrozbahiya newrozê.

Wekî din, serokdewletê Îraqê Celal Talabanî û Serokê Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî hatine vexwendin bo pîrozbahiya Newrozê li Amedê.

Hevdem, digel gelek şandeyên ewrûpî, Feleknaz Ûca ya endama Parlemena Ewrûpayê û Hêlîn Baba ya endama parlemena federe ya Berlînê jî ji bo pîrozbahiyan hatin Amedê.

XS
SM
MD
LG