Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Brîtanya biryar li ser cil û bergên îslamî da


Dadgeha bilind ya Brîtanyayê dibêjît biryara xwendingehekê ji bo qedexekirina cilûbergên Îslamî yên xwendekarekî kiç di cihê xwe daye.

Wê dadgehê îro got mafê xwendingehê heye ji xwendekarê bixwazît ku li şûna cilûbergên xwe yên dirêj yên Îslamî, an cilbaban, cilûbergên giştî yên hemî xwendekaran li xwe biket.

Ew xwendekara bi navê Shabina Begum li Îlona 2002yê bi biryara xwendingehê razî nebibû û ji hingê were naçîte xwendingeha bajêrkê Luton. Wê xwendekarê mixwabinîya xwe îna ziman ji biryara îro, lê got hîvîdar e ku mirovên dî dê xebata ji bo mafên olî bidomînin.

Ew biryara dadgeha bilind biryara dadgeheke pêdaçûnê red diket ku digot biryara xwendingehê neqanûnî bû.

Bi kêmî ve sê çarêkên xwendekarên wê xwendingeha Luton, Misilman in.



XS
SM
MD
LG