Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazekê Amerîkî li başora Efganistanê hate kuştin


Serbazekê Amerîkî li şer û lêkdana digel çekdarêt gumanlêkiryêt Talîbanê li başora Efganistanê hate kuştin.

Li beyannameka leşkirê Amerîkî hatîye ku serbazekê dî yê Amerîkî û yekê Efganî evro şembî li şer û lêkdanê li herêma Helmand hatîne kuştin.

Karbidestekê Efganî got ku çend çekdarêt Talîbanê hatine kuştin, lê jimara wan nehatye zanîn.

Herwesa firokêt Amerîkî 11 bomb havêtine ser armancêt dujminî.

XS
SM
MD
LG