Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka Kongiresa Amerîkî seredana Iraqê diket


Syasetvanêt Iraqî kombûna girê diden bu pêkînana hikumeteka êkgirtî li demê ku şandeka dî ya Kongiresa Amerîkî seredana Bexda kir.

Serokê Iraqî Celal Talebanî we pêşbînî kir ku hikumeta nû li dûmahî ya vê mehê bête pêkînan.

Sînatorê Amerîkî John McCain li Bexda ye bu kombûnê digel karbidesta ku bu demê sê heyvêt burî bizavê diken hikumetê pêk bînin.

Li Bexda û ji encama peqîna dû bombêt birex şeqamê şeş Iraqî hatine kuştin. Her li Bexda, polîsê Iraqî 10 term vedîtin ku nîşana azar û eşkencê biwan ve dyare.

XS
SM
MD
LG