Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êketîya Ewropî daxaza azad kirna rêberêkê opozisyona Bêlarûsî diket


Êketîya Ewropî daxaza azad kirna êksera rêberekê opozisyona Bêlarûsî diket ku li demê xwepîşadanekê roja şembî li Minsk, dijî dubare helbijardina serokê Alexander Lukaşenko, hate girtin.

Berbijarê opozisyonê bu serokayetî Alexander Kozulin digel jimareka kesêt dî hatine girtin demê birev girtîxanekê diçûn ku bizavkarêt opozisyonê têda hatîne giritn.

Herwesa Amerîka daxaz ji desthelatdarêt Bêlarûsî kir da hemî wan kesa azad ken ku jiber bîr û bawerêt syasîyêt wan hatîne girtin.

Xwepîşader daxaza encamdana helbijardineka nû û rewa diken.

Welatêt rojavayê dibêjin helbijardinêt 19 hevya adarê li Bêlarûsê ne dîmokratî bûn, lê Rûsya got ew dengdan rewa buye.

XS
SM
MD
LG