Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs: Çavtirsanidina li Sûrîye


Hikumeta Sûrî kesên ku rexne li rejîma zordest ya serokê welatî Beşer El Esad digrin tepeser dikin. Raport û nûçe radigihînin ku karbidestên Sûrî li bajêrê Helebê li bakûr, peyivdarê Partîya rikeberîyê ya bi navê Partîya Azada Netewî ya Sûrî, Semîr Ne’şaar girtîye.

Hinek kesên din jî hatine girtin wek cîgirê serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Sûrî Muhemmed Necatî Teyyara û rojnamevan û bizavkarê mafên mirovan rêzdar El Abdullah û herwisa kurên wî Muhemmed û Omer. Di daxuyanîyeke nivîsî de komeleya serbixwe ya Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dibêje karbidestên Sûrî tu agahî nedane di derbarê cî û sebebên girtina wan kesan de.

Joe Stork cîgirê serokê Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan bo Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakûr dibêje serokê Sûrî Beşer El Esad lazime dicîde Alî Abdullah û kurên wî berde û ji hêzên xwe yên tenahîye re bêje ku bizavkarên mafên mirovan netirsînin.


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje “Li Sûrî ev her dû tişt bi temamî li hev tên: ev girtinên vê dawîyê û tirsandin û belakirîya bi ser bizavkarên mafên mirovan … Hêzên tenahîyê yên Sûrî E’mer Qurabî yê peyivdarê Rêxistina Mafên Mirovan ya Ereban heta çil û heyşt saetan girtine dema ku ji seredana xwe ya ji Washington DC û Parîsê vegerîyabû Şamê.

Cîgirê peyivdarê Wezareta Derve Adam Ereli dibêje Amerîka gelekî xemgîn e ji ber bûyerên li Sûrî dibêje: “Di van rojên dawî de me dît hin kesên ku bi rîyeke aştîyane li ser mafên mirovan diqewimînin yan tên tirsandin yan jî ji bo demeke dûvedirêj û bê dawî têne girtin. Carna jî em dibînin ku girseyên gel li ber çavê hêzên tenahîya Sûrî êrîş dibin ser xwenîşanderên ku bê alozkarî xwenîşandanên xwe dikin û hêza tenahîyê tenê li wan dinihêre û tiştekî bi êrîşbiran nake.”

Cîgirê peyivdarê Wezareta Derve Ereli dibêje Welatên Yekgirtî yên Amerîka bi wê bawerîyê ye ku karbidestên Sûrî piştevanîya vê rewşa çavtirsandinê dikin. Dibêje Amerîka ji hikumeta Sûrî dixwaze ku bela xwe veke ji kesên ku dixwazin li Sûrî bi rîyeke aştîyane guhertin çêbibin û demokrasîyek aştîxwaz li welatê wan bê danan.

XS
SM
MD
LG