Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Kuweytê yekemîn car deng dan


Jinên Kuweytî îro bo yêkemîn car di hilbijartinan da beşdar bûn wek dengder û berbijar.

Ji 8 berbijarên bo endamîyeke civata rêvebir ya navçeya Selmîye, du jin in. Serokê wê civatê li meha Şûwatê di hikûmeta Kuweytê da bibû wezîr û dengdan ji bo tejîkirina wê valatîyê di civata wê navçê da tête kirin ku ji 16 endamên wê 10 bi hilbijartin, şeş jî ji alîyê hikûmetê ve têne destnîşan kirin.

Jinên Kuweytî di cihên dengdanê yên ji yên mêran cida da dengê xwe da li dû guhartineke par di qanûna hilbijartinan da.

Qanûndanerên Îslamî û parêzyar ew guhartin pêşkêş kiribû paş dengdaneke dîrokî li parlamentoyê li Gulana 2005ê û mafên sîyasî bi temamî dabûne jinan.

Dûra hikûmetê jinek kiribû wezîr, û du jî danabûne linav cıvata herêmî.

XS
SM
MD
LG