Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra rojhilata Tirkîye sê serbazên Tirk û polîsek hatine kuştin


Di nûçeyên Tirkîye de tê gotin ku serhildayên Kurd bi kêmî ve sê serbaz kuşrtine di dema kiryara leşkerî ya hikumetê de li başûra rojhilata Tirkîye. Tê ragihandin ku çar serbaz jî pêl mayinan kirine û birîndar bûne li Şernexê, nêzî tixubê Îraqê.

Berî wê bi êrîşeke serhildayê Kurd ser bi avahîya polîsan ve li Bîngolê polîsekî Tirk jî hatîye kuştin.

Ev êrîş hatin kirin heftîyek piştî şerrê di navbera xwenîşanderên Kurd û hêzên tenahîyê de li parçeyê bi giştî Kurd lê dijîn li wî welatî. Bi kêmî ve 16 kes hatine kuştin di şer û pevçûnan de piştî rakirina cenazeyên 14 serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê ku ji alî hêzên tenahîyê ve hatibûn kuştin.

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan xelkê aş dike û ji wan daxwaza yekgirtina netewî dike.

XS
SM
MD
LG