Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîlê bi rêyeke fermî ji Olmert xwest ku hikumetê ava bike


Serokê Îsraîlê Moşe Katsav bi rêyeke fermî ji serok wezîr Ehud Olmert xwest ku hikumeta nû ya welatî damezirîne.

Serok Katsav got ji parlamana bi 120 kursî, 78 endam daxwaza serokwezîrîya rêzdar Olmert kirîye.

Partîya Kadîma ya rêzdar Olmert di hilbijartinên meha bihurî yên parlamanê de bi serkeftibû.


Partîya Kadima par ji alî serokwezîrê Îsraîlê Arîel Şaron ve hatîye damezirandin. Şaron par meha yek ji ber nexweşîna di mejîyê wî de derketibû li Urşelîm Qudsê rakiribûn nexweşxanê û hêj di komayê de ye.

Roja çarşemê dixtoran birînkarîyekê kiribû li ser hestîyê serê wî.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ew ne bêhêvîne bi sax bûna Şaron.

XS
SM
MD
LG