Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbireke Tirk bomba bi ser xwe ve teqand


Raportên ji Tirkîye radigihînin ku êrîşbireke Tirk li ber mizgeftekê bomba bi ser xwe ve teqandîye li bajêrê Ordu li ber qerexê Derya Reş. Wê di teqînê de xwe kuşt û du kesan jî birîndar kir ku şik tê kirin yek ji birîndaran şirîkê wê êrîşbirê ye.

Di bûyereke din de li başûra rojhilata Tirkîye li bajêrê Dîyarbekirê ku gelê lê dijî bi giştî Kurd in, bombayek li ser rê têqîya û bi vê bombayê bi kêmî ve du kes brîndar bûn. Karbidestên tenahîyê dibêjin ew bawer dikin ku ew êrîş bi armanca lê dana otomobîleke leşkerî bûye ku ew otomobîl gelek caran di wê rêyê de derbaz dibû.

Li Tirkîye di van rojên dawî de zincîreke lêkdan û bi hev ketin qewimîne. Roja çarşemê bombayek li Stenbolê di nivîsgeh û avahîya partîya desthilatê ya bi navê Partîya Dad û Pêşketinê(AK Partî)de teqîya û bi vê teqînê du kes birîndar bûn.

Li rojhilata başûra Tirkîye li nêzî tixûbê Îraqê serhildayên Kurd bi kêmî ve sê serbaz kuştin û çarên din jî birîndar kirin di dema kiryareke leşkerî ya hikumetê de.

XS
SM
MD
LG