Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbendîya Şî'eyan li ser berbijarê serokwezîrîyê pêk nehat


Sîyasetvanên Şî’e yên Îraqê dîsa pêknehatin li ser berbijarê xwe bo serokwezîrîyê ku bûye asteng di rêya avakirina hikûmeta nû da.

Rêberên partîyên Hevbendîya Şî’eyan îro li Bexdayê kom bûn da ku biryarekê li ser berbijarê xwe Îbrahim EL Caferî biden. Li dû wê civînê, karbidestan got ew dê roja çarşembî dîsa biceribînin da ku wê kêşê çareser biken.

Ew kombûn rojekê li dû hindê bû ku nûnerên Erebên Sunnî û Kurdan dîsa berbijarîya Caferî red kirî.

Karbidestekî ji partîya (Fadhila) got koma wî amade ye ku berbijarekî dî pêşnîyar biket ger hevbendî nikarît berbijarîya Diktor Caferî piştrast biket.


XS
SM
MD
LG