Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îtalya Silvio Berlusconi daxwaza ji nû ve hejmartina dengan diket


Li Îtalyayê rêberê rikeberîyê Romano Prodi dibêjît hevbendîya wî di hilbijartinan da pirranîya her dû civatên parlamentoyê bidest ve înayne, lê hevbendîya serokwezîr Silvio Berlusconi daxwaza ji nû ve hejmartina dengan diket.

Prodi îro got wî ew rêberê Îtalyayê dorandîye û soza pêkînana hevgirtina Îtalyayê da.

Li dû encamên hilbijartinan, wê yêkitîya partîyên ji baskê cepê 49.8 ji 100ê ji dengan wergirtîye û hevbendîya li ser desthilatê ya Birêz Berlusconi 49.7 ji 100ê ji dengan. Li dû qanûna nû ya hilbijartinan, bi kêmî ve 340 ji 630 kursîyên cıvata jêrîn ya parlamentoyê digehine koma serkeftî.

Karbidest dibêjin hevbendîya Berlusconi pirranîya cıvata jorîn an Senatoyê bi ferqa kursîyekê bi 155 li dijî 154 kursîyên alîyê dî bi destve înaye.

Divêt hevpendîyek pirranîya her du civatan wergirît da xebata parlamentoyê asê nebît.

Alîyê Birêz Berlusconi dibêjît dengên her dû alîyan pirr nêzîk in, lewma daxwaza ji nû ve hejmartina dengan diket.

Dîyar nîne ka 6 kursîyên Civata Senatoran ku xwudanên wan bi dengên Îtalyanên li derveyî welat ve têne dîyar kirin giheştîne kîjan alî.

XS
SM
MD
LG